Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li Silemaniyê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li Silêmaniyê li dijî çekdarekî PKKê yê bi navê Bekir Kina yê bi nasnavê “Bawer Botan” operasyoneke taybet kir û ew kuşt.

Ajansa “Anadolu” ji ser zarê jêderên ewlehiyê ragihand, Bakir Kîna yê ku ji bo kuştina endamên artêşa Tirkiyê, hêzên ewlehiyê û MÎTê dihat perwerdekirin, hat kuştin.

Li gor wê ajansê, Bekir Kina di sala 2019ê de çûye Îraqê û tevlî PKKê bûye. Li Îranê û Iraqê xebatên rêxistinî kiriye û PKKê amedekarî dikir ku wî bişîne Tirkiyê.

Şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bandereke mezin li ser jiyana xelkê kiriye û nêzîkî 800 gund û çend deverên geştiyariyê wêran û vala bûne.