Li Duhokê di dema çêkirina cadeyekê de gulleyek hat dîtin

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a ser bi parêzgeha Duhokê ragihand, îro çarşemê 23ê Tebaxa 2023an li navenda parêzgeha Duhokê gulleyeke hawenê hat dîtin û ji bo jinavbirinê hat veguhestin.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a ser bi parêzgeha Duhokê ragihand, îro çarşemê 23ê Tebaxa 2023an li navenda parêzgeha Duhokê gulleyeke hawenê hat dîtin û ji bo jinavbirinê hat veguhestin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a ser bi parêzgeha Duhokê, di dema çêkirina cadeya 30 metrî de li taxa Masîkê, gulleyeke hawenê ya 82 mm hat dîtin.

Li gor zanyariyên Dezgeha Mayînan, di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîngiyeke mezin bi paqijkirina wan zeviyan hatiye dayîn ku bi mayîn û teqemeniyan pîs bûne û heta niha karîne bi hezaran metre çargoşe paqij bikin.

Herwiha li gor Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan a ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 milyon û 316 hezar û 756 metre çargoşe erd ji mayîn û bombeyên çandî hatine paqijkirin.