Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan berî bîstekê dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Tîrmeha 2023an berî nîvro, pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re kir.

Di civînê de, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî beşdar bû ku îro danê sibê gihîştibû Hewlêrê.

Peyamnêrê K24ê cihê civînê eşkere kir ku di civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê de, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û çendîn mijarên din ên girêdayî her du aliyan, dê bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi Serok Barzanî re, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn û nûnerên Tirkmenên Herêma Kurdistanê re bicive.

Îro danê sibê jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re kiribû.