Amedspor ji bo werzê nû amade ye

Diyarbekir (K24) – Serokê Rêvebiriya Amedsporê Azîz Elaldi ragihand, Amedspor heta niha bi gelek astengî û pirsgirêkan re rûbirû maye, lê ew dixwazin, rûpeleke nû vekin û bi serkeftinên xwe yên werzişî Amedsporê di rojevê de bihêlin.

Rêvebirên nû yên Amedsporê ji bo rewşa dawî ya tîma xwe ragihînin, bi endamên çapameniyê re civînek lidar xistin. 

Elaldi bal kişand ku piştî 3 tîmên Super Lîga Tirkiyê, Amedspor xwedî herî zede alîgir û reftara ye û ew jî dixwazin, Amedsporê wek Barcelonayê, bikin tîmeke serkeftî ya werzişê.

Hat ragihandin ku wek rêvebiriyê tîma teknîk a Amedsporê jî hatiye nûjenkirin û îsal 20 yarîzanên nû li tîmê hatine zêdekirin, da ku ji Grûba Sor derbikevin Lîga Yekemîn a Tirkiyê û serkeftinên xwe bi plansazî berdewam bikin.

Tîma Amedspor dê roja 27’ê Tebaxê bi lîstina bi Denîzlîsporê re dest bi werzê nû bike, take armanca wê ya îsal derketina Lîga Yekem e.