Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Pêşangeha Xanî û Avahiyan a li Hewlêrê kir
Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê sê roj in Pêşangeha Xanî û Avahiyan birêve diçe, ku zêdetirî 250 kompaniya beşdar bûne. Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana pêşangehê kir û tekezî li ser kalîteya avahîsaziya li Herêma Kurdistanê kir.
Îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Çaremîn Pêşangeha Xanî û Avahiyan a li bajarê Hewlêrê kir, ku ji 22ê vê mehê ve dest pê kiriye.
Di pêşangehê de 250 kompaniyên Kurdistan û Iraqê û 15 welatên din beşdar in û hemû kompaniyên avahîsazî û xaniyan in û her yek ji wan şêwaza karên xwe nîşan didin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Emar Necmedîn li nav hola pêşangehê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana hemû beşên pêşangehê kir û di gotûbêjên ligel nûnerên kompaniyên pêşangehê de tekezî li ser kalîteya avahîsaziya Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha Peyamnêrê Kurdistan24ê destnîşan kir, yek ji xalên girîng ên pêşangehê, hebûna kompaniya û destê karê navxweyî yê Herêma Kurdistanê ye di proseya avahîsazî û sektora xaniyan de.