Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em qurbaniyên Enfala devera Badînanê bi rêzdarî bi bîr tînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber 35emîn salvegera pêla Enfala devera Badînanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber 35emîn salvegera pêla Enfala devera Badînanê peyamek belav kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Em bi rêzdarî ve qurbaniyên vê tawana mezin û hovane ya rejîma berê ya Iraqê ku armanc ji qirkirin û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyan ve bû, bi bîr tînin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 35emîn salvegera pêla bednav a Enfala devera Badînanê de, bi rêzdarî ve qurbaniyên vê tawana mezin û hovane ya rejîma berê ya Iraqê ku armanc ji qirkirin û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyan ve bû, bi bîr tînin.

Di encama wê êrîşê de ku weke qonaxa dawî ya Enfalê bû, bi hezaran şêniyên bêtawan yên devera Badînanê hatin enfalkirin û bi deh hezaran kesên din jî aware bûn, bi sedan gund hatin wêrankirin û ji ber bikaranîna çekên qedexekirî jî zirarên gelek mezin ber hawîrdora deverê ketin.

Cihê dilgiranî û mixabiniyê ye ku heta niha madeya 132 ya destûrê nehatine cîbicîkirin ku, taybet e bi qerebûkirina zirardîtiyan û kesûkarên qurbaniyên pêlên Enfal û tawanên rejîma Be'sê ya Iraqê.

Di vê bîranîna han de ev yek dubare dikin ku, mafê rewa yê xelkê Kurdistanê û bi taybetî kesûkar û zirardîtiyên sereke yên destê rejîma berê ya Iraqê ye ku, bi awayekî hêja werin qerebûkirin û dilniya werin kirin ku careke din rastî jenosîdê nayên.

Di salvegera Enfala Badînanê de serê rêzdariyê bo rihê paqij yên enfalkiriyên Badînan û tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê ditewînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

25/08/2023