Nêçîrvan Barzanî: Yekrêziya me baştirîn bîranîn û wefadarî ye ji bo giyanê pak ê cangoriyên Enfalê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 35 saliya Enfala Badînanê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 35 saliya Enfala Badînanê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Baştirîn xizmeta kesukarên Enfalkiriyan, tebayî û yekrêziya navxweyiya me ye, baştirîn bîranîn û wefadarî ye ji bo giyanê pak ê cangoriyên Enfalê.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin: “Divê dîrok û rabirdûya tehla gelên Iraqê, wane û pend û hander bin ji bo karên pêkveyî û hevdû qebûlkirin û mîsogerkirina mafê tevahiya pêkhatan be li Iraqa nû da, ji bo wê yekê ku karesatên rabirdû dûbare nebin û azadî û mafên destûriyên hemûyan parastî bin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Di bîranîna 35 saliya salvegera Enfala Badînanê de, em bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdên xelkê sivîl ê Badînan û tevahiya qurbaniyên operasyonên Enfalê dikin. Sala 1988 ji Germiyan ve heta Badînan 182 hezar welatiyên bêtawan ên Kurdistanê bi zarok û jin û pîr û ciwanan ve bûne cangoriyê wê tawanê. Silav û rûmetê ji bo giyanê wan yê pak re dişînîn.

Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê, operasyona Enfalê bi jenosayd û tawana ceng û tawana dijî mirovayetiyê daye zanîn. Ji bo wê yekê di demek da giyanê pakê şehîdên Enfalê bi bîr tînîn, tekez dikîn ku Hikûmeta Iraqa Federalî, divê erkê xwe ya ji bo qerebûkirina malbat û kesukarên cangoriyan bi cih bike û li êş û azarên wan kêm bike.

Di vê bîranînê de spas û pêzanînên me ji bo xelkê camêr û dilsozê Hewlêr û Behirkê û dewruberê wan dûpat dikîn. Ew li wan rojên dijwar de, li wargeha Cêjnîkan bi hanaya bi zorê veguhestiyan û lêqewimiyên Enfalên Badînanê ve çûn û destê yarmetî û hevkariyê ji bo wan dirêj kirin.

Baştirîn xizmeta kesukarên Enfalkiriyan, tebayî û yekrêziya navxweyiya me ye, karê ciddî û hewldana ji bo dûbare nebûna tawanên wekî Enfalê û nasandina bi jenosayd li ser asta cîhanê ye, Baştirîn bîranîn û wefadarî ye ji bo giyanê pakê cangoriyên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ye.

Divê dîrok û rabirdûya tehla gelên Iraqê, wane û pend û hander bin ji bo karên pêkveyî û hevdû qebûlkirin û mîsogerkirina mafê tevahiya pêkhatan be li Iraqa nû da, ji bo wê yekê ku karesatên rabirdû dûbare nebin û azadî û mafên destûriyên hemûyan parastî bin.