PDK 33 baregehên xwe yên li Kerkûkê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê Soran Kamran da zanîn, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê tê vekirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, aliyên ku li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne, Eniya Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî ne, ku dixwazin di hilbijartinan de bi dijberiya vegera PDKê, kolana bajêr ber bi xwe ve bikşînin.

Got jî, berî 20 rojan Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ku baregehên Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk - Germiyanê were valakirin û Ji wan re hatiye gotin ku mafê PDKê ye ku baregehê xwe werbigire û dibe ku di demek nêzîk de baregeh were valakirin û radestî PDKê were kirin.

Diyar kir jî, 33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin û moleta PDKê jî heye ku li Îraqê karê siyasî bike.

Di 16ê Cotmeha 2017ê de, hêzeke Kurdî bi rêkeftina ligel Heşda Şeibî Kerkûk radest kir û ji wê demê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kirin û weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir. Niha piştî avakirina hikûmeta Sûdanê û lihevkirina li ser rêveberiya dewletê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.