Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li dijî rêgirtina li K24ê ji aliyê Newey Niwê ve daxuyanî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li ser astengkirina Kurdistan24 û çend dezgehên din ên ragihandinê daxuyaniyek belav kir û reftarên ofîsa Şasiwar Ebdulwahîd bi ne exlaqî û dûr ji pirensîpên karê medyayî binav kir.

Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Tiştê ku li dijî rojnamevan û kameramanên çend kanalan hatiye kirin ku komekê rê neda çend tîman rûmala konfêransa rojnamevanî ya Newey Niwê bikin, ev kar cihê nîgeraniya me ye.”

Herwiha tekez kir ku cudakirina kanalan li ser bingeha hizra siyasî û nerînên cuda, reftarên ne exlaqî û dûr ji pirensîpên karê medyayî ye. Di dema ku hemû kanal ji bo rûmalkirinê têne vexwendin, nabe rêgirî li çend kanal bê kirin.

Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand, tiştê ku rû daye, diviyabû nebûya û em hêvîdar in ku prensîbên siyasî nebin pîvan ji bo ragihandina nûçe û babetên medyayî.

Tevgera Newey Niwê “Nifsê Nû” bang li kenalên ragihandinê ku Kurdistan24 jî di nav de ye kir, ku îro demjimêr 15:00ê li navenda giştî ya tevgerê amade bibin, ji bo civîneke rojnamevaniyê ya serokê wê tevgerê Şasiwar Ebdulwahîd belav bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Aram Bextiyar li baregeha Tevgera Newey Nû amade bû, lê bêyî ku bihaneyek hebe, rê li ber wî hat girtin ku derbasî hola civîna rojnamevaniyê bibe.

Şasiwar Ebdulwahîd Qadir her tim îdia dikir ku divê azadiya derbirînê hebe, lê berûvajiyê wê hat dîtin.

Kurdistan24 bi berdewamî hewl dide dengê partiyên cuda yên Herêma Kurdistanê veguhêzîne, lê ev çendîn car in rê li ber wê hatiye girtin.