YNK li Hewlêrê amadekariya kongreya xwe ya pêncemîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburo û Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo amadekariyên kongreya xwe ya pêncemîn îro li Hewlêrê dicivin.

Medyaya fermî ya YNKê ragihand, îro Yekşemê Polîtburo û Encûmena Serkirdatiya YNKê bi serperiştiya Bafel Celal Talebanî li Hewlêrê dicivin.

Diyar kir jî, mijara sereke ya civînan dê amadekariyên kongreya pêncemîn a YNKê be. Di civînan de dê gotûbêj li ser destnîşankirina komîteya amadekar a kongreyê bê kirin.

Destnîşan kir jî, civîna Polîtburoya YNKê di demjimêr 11.00’an de û civîna Encûmena Serkirdatiyê jî di demjimêr 14.00’an de bên kirin.

Li gorî Peyrewa Navxwe ya YNKê, komîteya bilind a amadekirina kongreyê ji berpirsên Dezgeha Helbijartinan a YNKê, Komîta Rêxistinê, Borda Navenda Karûbarên Yasayî û Berpirsê Navenda Lêkolînê pêk tê.

Ev yek piştî wê tê, Polîtburoya YNKê roja 20 Tebaxê li Kerkûkê civiyabû û biryar da ku di 27ê Îlona 2023an de pêncemîn kongreya xwe lidar bixe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 21ê Kanûna 2019an de li Silêmaniyê çaremîn kongreya xwe lidar xistibû û beşek ji peykera rêxistinî ya partiyê guhert û ji bo cara yekem sîstema hevserokatiyê di nava partiyê de pêk anî. Lê ji ber nakokiyên navxwe yên partiyê, bûyerên 8ê Tîrmeha 2021ê li piştî xwe anîn ku bû sedema dûrxistina Lahûr Şêx Cengî û hejmarek ji endamên rêveberiya YNKê. Paşê jî bi biryara dadgehê, Lahûr Şêx Cengî erkên xwe vegerandin, lê di nava partiya wî de rê li ber wî tê girtin.