HDP îro hevserokên nû hildibijêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 27ê Tebaxê li Enqerê lidar dikeve. Namzetên hevserokatiyê yên ku dê di vê kongreyê de bibin namzet Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan in.

Hat ragihandin ku hevserokên niha Mîthat Sancar û Pervîn Buldan nabin namzet û bi biryara partiyê ew e, Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak bibin namzetên hevserokatiyê.

Sultan Ozcan endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPyê ye û Cahît Kirkazak jî endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) e.

Hat diyarkirin ku di kongreyê de dê rêziknameya partiyê jî biguhere û hejmara endamên Meclisa Partiyê bê kêmkirin. Li gorî vê yekê, hejmara endamên Meclisa Partiyê ku niha 100 kes e dê dakeve 50 kesî.

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develiyê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyê ji dayik bûye.  Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye. Sultan Ozcanê gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak, sala 1979an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê qedandiye. Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye. Wî demekê karmendiya hikûmî jî kiriye.

Hevseroka HDP'ê Parvîn Buldan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, pirsa Kurd, wekhevî, pirsa tecrîdê, darbeya qeyûman, zexta li ser jinan, pirsgirêka gendelî, bêdadî û pirsgirêka nebûna demokrasiya rasteqîne mijarên sereke yên wî welatî ne.

Herwiha Buldan got: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêk û qeyranan, divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Bi vê armancê Partiya Demokratîk a Gelan hat avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û muzakereyan, divê em têkoşîna xwe bidomînin û mezintir bikin.”