Xwepêşandanên Suweydayê li dijî rejîma Sûriyê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêka hefteya duyemîn a greva welatiyên El-Suweydayê re, xwepêşanderan avahiya Serokatiya Partiya Beis û piraniya saziyên dewletê girtin û banga hilweşandina rêjîmê û cibicîkirina biryara navdewletî (2254) kirin.

Bi dehan kes îro 27ê Tebaxê li ber avahiya Serkirdatiya Partiya Beis a li deriyê bakur yê bajêr kom bûn, bi sirûda azadiyê û stranên gelêrî nehiştin xebatkarên partiyê derbasî hundirê avahiyê bibin.

Li gorî çalakvanên Suweydayê, komên ciwanan li ser dezgeh û saziyên dewletê yên mayî li bajêr belav bûn û ji bilî saziyên xizmetguzariyê, rê nedan ku xebatkar derbasî avahiyên hikûmî bibin.

Çalakvanan destnîşan kirin ku rêyên hin gundên parêzgehê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin birîn, ta ku xelkê gundan tevlî xwepêşandanên li bajêr nebin.

Xwepêşandanên li Suweydayê ku ketine roja xwe ya heştem, xwepêşander daxwaza başkirina rewşa jiyanê ya ku ji ber aborî têk çûye dikin û rejîmê ji bo vê rewşa têkçûyî berpirsar dibînin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî got, ji destpêka xwepêşandanan ve, herî kêm 57 kes li navçeyên cuda ên Sûriyê yên ku di destê rêjîmê de ne, hatine girtine, di nav wan de 11 jin hene.

Ji xwenîşandanan re ti bersiveke zelal a siyasî û ewlekarî ya fermî nehatiye dayîn. Lê şirovekarên alîgirê hikûmetê, hêzên biyanî bi gurkirina aloziyê tawanbar dikin û hişyarî didin ku eger ev rewş berdewam bike, dê tevlihevî rû bide.

Bajarê Suweydayê ku keleha kêmîneya Durizî li Sûriyê tê zanîn, di krîza 12 salî a Sûriyê dûrî rewşa şer û pevçûnan mabû, lê bandora têkçûna rewşa aborî li ser parêzgehê, dibû sedem ku hin caran xwepêşandanan derkevin.

Suweyda
Suweyda
Suweyda
Suweyda