Fazil Mîranî: Di rawestandina hinartina petrola Kurdistanê de ti aliyek biser neket

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê tekez dike, ji ber rawestandina petrola Kurdistanê ne tenê Herêma Kurdistanê, Iraq û bazara petrolê jî bandor bûye.” Herwiha got jî: “Eger rawestandina hinardekirina petrolê berdewam bike, dê kompanî û welat li çavkaniyên din ên petrolê bigerin.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Zaman” a Iraqî ragihand, ti aliyek niştimanî û navdewletî di kiryara siyasî û yasayî ya borî de bi ser neket, ku piştre bû sedema rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Cîhanî ya Tirkiyê.

Tekez kir jî, “Ji ber rawestandina hinardekirina petrolê, ne tenê Herêma Kurdistanê zirar dîtiye, ji ber biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê jî Iraq û bazara petrolê rastî ziyanên darayî hatine.”

Fazil Mîranî diyar kir, “Endamê petrolê ne rast e ku di rewşeke bêaram de be, ji ber ku ne tenê bandorê li ser nirxê dike, di heman demê de dibe sedem ku kompanya û welat li çavkaniyên din ên petrolê bigerin da ku bikirin.”

Herwiha got: “Tu sûcê me nîn e ku zîhniyeta navendî di rêveberiyê de neguheriye û berjewendiyên hizbî li pêşiya berjewendiyên îdarî tê danîn. Ev yek di gotara kevin de bi zelalî diyar bû, nemaze piştî guhertina rejîma berê ya Iraqê (Rejîma Beis). Lewma zîhniyeta kevn têkiliya xwe bi serdema piştî 2003’an re qut nekiriye.”

Got jî: “Ne sûcê me ye ku proseya hejmartin û dabeşkirina serwet û saman li hember zêdebûna qeyranên welat, di alozî û paşketinê de maye û qedera kesan bi nakokiyên partiyan ve hatiye girêdan.”

Ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Somo bike, li hember vê jî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve werin dabînkirin.