Alîgirên Heşda Şeibî li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê derketin xwepêşandanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîgirên Heşda Şeibî û Asayib Ehlî Heq li dijî radestkirina Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, alîgirên Heşda Şeibî û Esayib Ehlî Heq li dijî biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya radestkirina Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê derketin û rêya Kerkûk – Hewlêrê girtin û astengî ji şofêran re çêkirin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, ew baregeha PDKê, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, bûbû Fermandariya Operasyonên Kerkûkê.

Ji aliyê din ve jêderekî ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Kerkûkê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê hinek alîgirên Heşdî Şeibî û Asayib Ehlî Heq rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de girtin û bi dehan xwendekar nekarîn xwe bigihînin ezmûnên xwe û jê bêpar man.

Da zanîn jî, ew hewl didin nameyekê ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê re bişînin, da ku çareseriyekê ji bo xwendekarên ku ji ber xwepêşandanên alîgirên Heşdî Şeibî nekarîn ezmûnên xwe bikin, bibînin.

Di destpêka vê mehê de, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana vegerandina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê dabû.

33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin, lê bregeha sereke ya Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê, heta niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve dagîrkirî ye.

Di 16ê Cotmeha 2017ê de, hêzeke Kurdî bi rêkeftina ligel Heşda Şeibî Kerkûk radest kir û ji wê demê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kirin û weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir. Niha piştî avakirina hikûmeta Sûdanê û lihevkirina li ser rêveberiya dewletê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.