Li Konyayê bi hêza 4.8 erdhej rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Konya yê Tirkiyê erdhêjek bi hêza 4.8 pileyan li ser pîvera Richterê rû da.
Li gor ragihandina Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD), îro danê sibe demjimêr nêzîk 8 li bajarokê Kuluyê yê ser bi bajarê Konyayê ve erd hejiyaye.
Diyar kir, hêza erdhejê 4.8 pile bû û 13.57 kîlometre di bin erdê de rû daye.
Xelkê li Enqereyê, Çankiriyê û Kirikaleyê jî hest bi erdhejê kirine û li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî û madî nebûye.