Îrfan Kerkûkî: Baregehên hin aliyên Tirkmenî li Hewlêrê hene û li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Gel a Tirkmenî dibêje, ew kesên ku li dijî veger û vekirina baregehên PDKê li Kerkûkê xwepêşandanan dikin, nûneratiya Tirkmenan nakin û bi pereyan vî karî dikin. Herwiha got: “Hin aliyên Tirkmenenan bergehên wan li Hewlêrê hene, lê ew li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê derdikevin.”

Di destpêka vê mehê de; Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana valakirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hejmarek partiyên din ên siyasî li Kerkûkê da ku vegerin bajêr û dest bi çalakiyên xwe yên siyasî bikin. Lê ev çend roj in çendîn kes li ber avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê kon vedane û li dijî vekirina baregeha wê partiyê li Kerkûkê nerazîbûn nîşan didin û rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de girtine.

Di vê derbarê de, Serokê Partiya Gel a Tirkmenî Îrfan Kerkûkî îro 29ê Tebaxê ji K24ê re got: “Ez li ser navê gelê Tirkmen tekez li ser wê yekê dikim ku di du rojên borî de hinek aliyan li dijî vekirina baregeha PDK’ê daxuyanî dan ku nûnertiya gel û partiyên Tirkmenan ên li Kerkûkê nakin.”

Got jî: “Hêzên siyasî yên ku Kerkûk dagîr kirine û xwe li ser xelkê bajêr ferz kirine, bi taybetî Asayib Ehlî Heq, hejmarek bask kom kirin û li ser navê Ereb û Tirkmenan xwepêşandanan li dijî biryara Serokwezîrê Iraqê ya ji bo veger û vekirina baregehên partiyan û bi taybet PDKê dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Tirkmenî ragihand, kesên ku li dijî vegera PDK’ê bo Kerkûkê xwepêşandanan dikin û rêya Kerkûk-Hewlêrê digirin, ji aliyê koma Asayib Ehlî Heq û aliyên ku bajar dagîr kirine, bi pereyan wî karî dikin û ew nûnertiya kolan û xelkê Kerkûkê nakin.

Li gor Îrfan Kerkûkî, hêz û aliyên siyasî yên ku ev çend roj in hewl didin aloziyê li hember vegera PDKê bo Kerkûkê çêbikin, “niyaz dikin ku ji bo hilbijartinên bê yên encumenên parêzgehên Iraqê, hinek destkeftan bi dest bixin. Lê xelkê Kerkûkê Kurd, Tirkmen, Keldanî û Ereb jî di nav de, ji wê yekê hişyartir in.”

Got jî: “Mixabin baregehên hinek aliyên Tirkmenî li Hewlêrê hene, lê li Kerkûkê bi awayekî cuda tevdigerin û li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê daxuyaniyan didin. Lê ew nûnertiya gel û Eniya Tirkmenî nakin. Tirkmen li gel vegera PDKê bo Kerkûkê ne.”

Herwiha diyar kir: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina Kerkûkê, hêz, partî û milîsên ku xwe li ser bajar û xelkê Kerkûkê ferz kirine, rê nedan ku xelkê bajêr bi azadî çalakiyên siyasî û bazirganî bikin.”

Piştî bûyerên 16ê cotmehê, rewşa Kerkûkê aloz bûye, pirsgirêk zêde bûne û diyardeya çekdarî û leşkerî derketiye holê. Vê yekê jî xizmeta welatiyên bajêr nekiriye û aramî û ewlehî nehiştiye. Welatî daxwaz dikin ku rewşa berî bûyerên 16ê Cotmehê vegere.