Girtina rêya Kerkûk – Hewlêrê ziyan gihandiye berhemên cotkaran

Du roj in hejmarek alîgirên Heşda Şeibî bi bihaneya vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Kerkûkê, rêya Kerkûk – Hewlêrê girtine, vê jî wisa kiriye ku astengiya hatûçûnê derkeve holê.

Hewlêr (K24) – Girtina rêya Kerkûk – Hewlêrê ji aliyê hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî ve, wisa kir ku astengiya hatûçûnê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de dirust bibe, tevî wê jî li hember hinardeya berhemên cotkaran bo bajarên naverast û başûrê Iraqê kêşe dirust bûye.

Du roj in hejmarek alîgirên Heşda Şeibî bi bihaneya vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Kerkûkê, rêya Kerkûk – Hewlêrê girtine, vê jî wisa kiriye ku astengiya hatûçûnê derkeve holê.

Xwediyê dikana firotina berhemên cotkaran Karwan Remzî ji Kurdistan24ê re ragihand, girtina wê rêyê bandoreke mezin li bazarê kiriye, îro bazar li gor rojên borî gelek cuda ye û bihayên berheman jî li gor rojên borî cuda ne.

Herwiha diyar kir, piraniya şofêrên barhilgir îro barê xwe neanîne ji ber ku rê hatiye girtin û dibêje: “Niha berhemên me qet nayên firotin, sûcê me çi ye ku ev bi ser me de tê.”

Li aliyê din, cotkar Faris Mihemed jî daxwaz dike ku rêya Kerkûkê were vekirin û dibêje ku ji ber girtina wê rêyê cotkaran gelek zirar kirine, eger ew rê bi awayekî berdewam girtî be, berhemên çandiniyê li ser cotkaran dimîne û nayên firotin û hemû dê di bin vê germahiyê de têk biçin, nirxê veguhestina berheman jî li gor rojên borî bûye du qat.

Şofêrê Barhilgir Ehmed Ubêd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em daxwaz dikin ku rêya Kerkûkê were vekirin, ji ber ku eger rê berdewam girtî be, em neçar in ku di rêyên din re biçin û ev jî rêya me pir dûr dike, du roj in astengiyeke mezin li ber me dirust kirine.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad diyar dike: “Ev du roj in kêşe dirust bûye li ser şandina berhemên cotkarên Kurd, bazirganên Ereb jî ji vê rewşê nerazî ne, lê belê em ê hewlên xwe zêde bikin û egereke mezin heye ku ev mijar di demeke nêz de çareser bibe.”

Ji 1ê Gulanê heta niha, zêdetirî 9 hezar û 200 barhilgir berhemên cotkaran hinardeyî bajarên naverast û başûrê Iraqê hatine kirin, lê belê girtina rêya Kerkûk – Hewlêrê kirêya barhilgirên sewze û mêweyan ji 250 hezaran bo 500 hezaran zêde kiriye.