Keçeke Kurd a Êzidî beşdarî “Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkyayê” dibe

kurdistan24.net

Duhok (K24) – Keça Kurd a Êzidî Gulîstan Guro hewl dide bibe Şaciwana Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkyayê. Gulîstan Giro di vê pêşbirkê de çend qonax derbas kirine û bi hêvî ye xewana xwe bicih bîne û bibe dengê keçên Kurdistanê.

Gulistan Giro ji nahiya Xankê a Parêzgeha Duhokê ye, ew derçûya kolîja Perestariyê ye û karê modeliyê dike. Gulistan li ser asta Kurdistanê yekem e, piştî ku wê çend qonaxên pişbirkê derbas kirine, niha ber bi qonaxên dawiyê ya Şaciwaniya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê ve diçe.

Gulistan Giro ji K24ê re got: “Merema min ji bê beşdarbûnê ew e, ez dengê keçên Iraqê bi giştî û keçên Kurdistanê û Êzidiyan bi taybetî bigihînim cîhana Erebî û derve. Armanca min zêdetir gihandina peyama aştiyê ji bo hemû cîhanê ye ez diyar bikim ku keç jî xwedî şiyaneke mezin e û dikare di hemû karan de beşdar bibe û biser bikeve.”

Gulistanê diyar kir jî, li ser asta Iraqê 40 keç di vê pêşbirkê de beşdar in û dê di meha Cotmehê de, yek ji wan wek Balyoza Dewletê bê hilbijartin û di pêşbirkê de beşdar bibe.

Gulistan Giro di van salên dawî de, tevî hemû gelek zehmetî û astengiyan jî, di warên cuda de xwedî rol bûye û hewl dide bibe dengê civaka xwe.

Seroka Rêxistina DAK ji bo Pêşxistina Jinên Êzidî Sozan Sefer ji K24ê re got: “Em wek rêxistina DAK, gelekî bi me xweş e ku em îro dibînin keçên Êzidî beşdariyê di gelek waran de dikin. Ev nîşana wê yekê ye ku koçe Êzidî îro baweriya xwe bi xwe heye û gihîştiye û radeyê ku ew zulm û zora bi ser wê de hatiye, veguherandiye hêz û karînê.”

300 keç ji 22 welatan beşdarî pêşbirka “Miss Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2023an” dibin ku biryar e pêşbirka dawî di Cotmeha 2023an de li welatekî Erebî birêve biçe, Kurdistan jî di lîsteyê de ye.

Gulistan Giro