Xaniyên li Stenbol, Enqere, Îzmîr bihatirîn bajarên cîhanê ne

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li gorî raporeke navdewletî ya li ser nirxê xaniyan li metropolên cîhanê, li 56 welatan herî zêde bihaya xaniyan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ye. Pispor sedema sereke ya bihabûna xaniyan li Tirkiyeyê ew e ku ji aliyê biyaniyan ve zêde tê kirîn. Niştecihên van metropolan jî bihayên bilind wek neasayî dibînin.

Li nava metropolên giştî yên cîhanê, bihayên xaniyan herî zêde li metropolên Tirkiyeyê ên wek li Stenbol, Enqere û Îzmîrê zêdetir bû. Li gor raporta kompaniya Knight Frank a li ser xaniyan lêkolînan dike li nava 56 welatan herî zêde li Tirkiyeyê bihayên xaniyan zêdetir bû û li nava bajarên mezin ên tevahiya cîhanê Enqere, Îzmîr û Stenbol di rêzên ewil de cîh digirin ku bihayên xaniyan di 3 mehên ewil ên sala 2023an de li gor heman serdema beriya salekê ji %133 zêdetir bû.

Aliyên pispor zêdebûna kirîna xaniyan li Tirkiyê ji hêla biyaniyan wek sedema sereke ya bihabûnan dest nîşan dikin.

Pisporê kirîn û firotina xaniyan Adnan Yeşîltaş: “Bi kirîna xaniyeke 400 hezar dolarê her biyaniyek dibe welatiyê Tirkiyeyê û ji bo vê jî biyaniyan zêdetir xanî dikirin, ev jî dibe sedema bihabûna xaniyan. Niha li Stenbolê xaniyê herî erzan 200 hezar dolar e, ev biha bo biyaniyan maqûl e lê bo xelkê Tirkiyê gelek giran e. Çimkî qîmeta pereyê Tirkiyê nemaye û bo Tirkan kirîna xanî xeyal e.”

Niştecîhên li metropolan dijîn bihayên zêde yên li ser xaniyan wek neasayî dibînin.

Welatî: “Niha li herêmên navendî yên Stenbolê cîhê avakirina xaniyan nemaye, ji ber vê xanî nayên çêkirin divê cihên nû bên vekirin bo avakirina xaniyan da ku bihayên xanî zêde nebin.”

Welatî: “Ev bihayên zêde asayî nîn e û maqûl jî nîn e. Stenbol ji bo kirêdaran bajarekî gelek giranbiha ye.”

Welatî: “Zêdebûna lêçûnan û daxwazên zêde yên biyaniyan bajarê em lê dijîn bihatir kir. Ji bo erzaniyê divê hejmara xaniyan bên zêdekirin.”

Li gor amarên fermî, sala borî li Tirkiyeyê 67 hezar û 490 xanî bo biyaniyan hatin firotin.