Serokwezîr Mesrûr Barzanî 15 donim zevî ji bo nexweşxaneyeke Mexmûrê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da li ser terxankirina 15 donim zevî li qezaya Mexmûrê ji bo avakirina nexweşxaneyeke 100 nivînî ji welatiyên Mexmûr û derdora wê re.

Li gor nivîseke Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ku ji Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan a Hewlêrê re hatiye şandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da li ser terxankirina 15 donim ji zeviyên karta 7 a qezaya Mexmûrê, ji bo avakirina nexweşxaneyeke 100 nivînî ji welatiyên Mexmûr û derdora wê re.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku ev biryar li gorî rêkarên yasayî û îdarî bê cibicîkirin.

Pêştir xelkê qezaya Mexmûrê ev mijar gihandibûn Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê û piştre jî Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê daxwazên welatiyên wê deverê bo Encûmena Wezîran bilind kiribû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demek kêm de fermana terxankirina zevî ji bo avakirina nexweşxaneyekê ji bo welatiyên qezaya Mexmûrê û derdora wê da.