Dr. Adil Baxewan: Macron di dawiya meha Mijdarê de serdana Bexda û Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Navenda Fransî ya Lêkolînên li Ser Iraqê dibêje, Serokê Fransayê dê di dawiya meha Mijdarê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Got jî: Yek ji armancên serdanê, bidawîanîna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Rêvebirê Navenda Fransî ya Lêkolînên li Ser Iraqê Adil Baxewan îro 31ê Tebaxê ji K24ê re ragihand: “Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê di dawiya meha Mijdarê serdana Iraqê bike."

Herwiha got: “Serokê Fransayê piştî Bexdayê dê serdana Hewlêrê jî bike û li gel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.”

Li ser armanca serdana Macron, Dr. Adil Baxewan got, Serokomarê Fransayê ji bo beşdarî konferansa Bexdayê ya Sêyemîn û gotûbêjkirina çend pirsan ligel berpirsên her du hikûmetên Iraq û Kurdistanê, dê serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Bi gotina Dr. Adil, Fransa dixwaze Hewlêr û Bexda dawî li pirsgirêkên xwe yên hilawîstî bînin, ji ber wê jî Emmanuel Macron dê li gel berpirsên her du Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kar ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bike.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Fransî ya li ser Iraqê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li gorî yasaya bûdceya federal bi cih aniye, lê Bexda naxwaze pabendî rêkeftinan bibe û yasaya bûdceyê cîbicî bike.

Fransa endameke çalak a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye; Di heyama 9 salên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê, alîkariyên leşkerî pêşkêşî artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kiriye û rahênan bi wan kiriye.

Di dirêjahiya şer li dijî DAIŞê de, wezîrên berevanî û derve yên Fransayên çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kirine. Herwiha di Îlona 2014an de Serokomarê berê yê Fransayê Francois Hollande û di Tebaxa 2021ê de jî Serokomarê niha Emmanuel Macron serdana Hewlêrê kiribûn.