Şanda Herêma Kurdistanê derbarê bûdceyê de çend daxwazan pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Herêma Kurdistanê bi piştbestin bi xala heftem a madeya 13 ya yasaya bûdceyê, çend daxwaz pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kirine.

Şanda Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku li gorî madeya 13 ya bûdceyê, biryarê li ser şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bide.

Xala heftem ya maddeya 13 ya yasaya bûdceyê rê dide Serokwezîrê Iraqê ku di egera her kêşeyekê de, biryarên pêwîst bide û arîşeyan çareser bike û mafên Herêma Kurdistanê bi vî awayî bide:

- Dayîna mafên mehane bi hemû xerciyan, qerebûkirina karmendan û lênihêrîna civakî, li gorî nexşerêya ku di bûdceyê de hatiye diyarkirin, ku girêdayî xerciyên bikarbirin û veberhênanê yên taybet bi Herêma Kurdistanê ye.

- Hemû lêçûnên rastîn ên berhemanîn û veguhestina petrola Herêmê li gorî texmînên lêçûnên hilberandin û veguhestinê yên ku di bûdceyê de hatine destnîşan kirin, hesab bikin û bidin.

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e li gorî madeya 110 ya destûrê û xala 29ê ya yasaya îdarî ya darayî ya hejmar 6 ya sala 2019an, ji sedî 50 bac û gumrikê dide xezîneya dewletê.

Li gor zanyariyên K24ê, di rojên bê de şandeke siyasî ya Herêma Kurdistanê jî dê serdana Bexdayê bike.

Duhî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab serdana Bexdayê kir û çendîn hevdîtin ligel berpirsên hikûmeta Iraqê pêk anîn.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji tîma hikûmeta Iraqê re ragihandiye, ew pereyê ku mehane ji Bexdayê bo mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê tê şandin, ji rêjeya pêwîst a her mehê kêmtir e. Ji ber ku tenê ji bo mûçeyan mehane pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 900 milyar dînar heye.