Lavrov: Dema mercên me bêne cîbicîkirin em ê vegerin rêkeftina dexlûdan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan serdana Rûsyayê kir û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan serdana Rûsyayê kir û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya û piştre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê eşkere kir û tekezî li pêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê yên navbera Tirkiye û Rûsyayê kir.

Îro Pêncşemê 31ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Rûsyayê diyar kir, hesta pêbaweriyê ya di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Vladimir Putin de ji bo diyarkirina îstiqameta têkiliyên di navbera herdu welatan da roleke krîtîk dilîze û got: "Me îro jî hem di mijara herêmî, hem jî mijarên dualî de gelek şêwirîn. Vejandina Teşebûsa Behra Reş di rojeva me de di rêzên jor de bû. Me rola krîtîk a teşebûsê ya hem ji bo ewlehiya xurekê ya dinyayê hem jî ji bo îstiqrar û ewlehiya Behra Reş destnîşan kir."

Fîdan diyar kir ku bandora şerê Rûsya-Ukraynayê zêde dibe û dewam dike û got: "Neteweyên Yekbûyî bi piştgiriya welatê me pakêteke pêşniyazê ya nû amade kir. Em wisa difikirin ku ev yek ji bo vejandina teşebûsê bingeheke guncav e."

Herwiha da zanîn ji bo ku çawa dikarin peymaneke dexlê ya mayîndetir bixin dewrê xebat hene û bal kişand ku ev yek gelekî têkilhev e û karekî zehmet e.

Fîdan got: “Xebatên me dê bidomin, ev peyman hem ji bo ewlehiya xurekê ya dinyayê hem jî ji bo îstiqrar û ewlehiya Behra Reş gelekî girîng e."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got: "Ligel teşebûsên biguman ên welatên rojava em polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê teqdîr dikin."

Lavrov diyar kir ku rojava derbarê hinardeya dexlê de li ser soza xwe nesekinî û got: "Dema şertên me yên di peymana pakêta bi Neteweyên Yekbûyî re hatine kirin, bêne cîbicîkirin, em ê vegerin rêkeftinê."