Şeva borî hejmarek navçeyên Herêma Kurdistanê bi firokeyan hatin bombebarankirin

Hewlêr (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, derengê şeva bor sînorê bajarokê Êswe yê li Pişderê û sînorê gundê Gelale yê navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi firokeyan hatin bombebarankirin.

Peyamnêrê me eşkere kir, li navenda herdu îdareyên Raperîn û Şarbajêr dengên firokeyan hatin bihîstin, ligel firîna firokeyan bi nizmî li asmanê Ranye.

Li gor zanyariyan, firokeyan çend otomobîl kirine armanc, heta niha ziyanên giyanî û maddî nayên zanîn.

Ev di demekê de ye ku 27ê meha borî, ji ber bombebaran dronên Tirkiyê, li qezaya Pênciwên sê çekdarên PKKê hatin kuştin.