Heşda Şeibî bi nepenî grûpeke çekdarî li Şingalê pêk tîne

Grûpên Heşda Şeibî bi mebesta pêkanîna hêzeke taybet li navçeyê, bi nepenî xelkê Şingalê dikişînin nav rêzên xwe.

Hewlêr (K24) – Grûpên Heşda Şeibî bi mebesta pêkanîna hêzeke taybet li navçeyê, bi nepenî xelkê Şingalê dikişînin nav rêzên xwe.

Jêderekî hikûmî li qezaya Şingalê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji medyaya Iraqê re ragihandiye, çend grûpên ser bi Heşda Şeibî bangeke nepenî li nav xelkê Şingalê belav kiriye, bi mebesta pêkanîna hêzeke taybet ji bo şerkirina li Sûriyê.

Heman jêder eşkere kiriye, mercê kesên diçine nav rêzên Heşda Şeibî ew e ku hilgirê pasaporta Iraqê bin. Herwiha diyar kiriye ku niha proseya tomarkirinê bi awayekî nepenî li serbazgeheke Heşda Şeibî ya li sînorê wê deverê birêve diçe.

Li gor gotina jêderê medyaya Iraqê, beriya demeke kin, sê serkirdeyên diyar ên Heşda Şeibî ji Şingalê ve serdana derveyî welat kirin û rizamendî li ser tomarkirina navên zêdetirî 700 xwebexşan hatin dayîn bi mûçeya sê hezar dolar mehane ji bo her xwebexşekî.

Li aliyekî din, jêderekî ewlehiyê ragihand, ew kesên ku navên wan têne tomarkirin, hêzeke çekdarî pêk tînin û li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê li navçeyên rojavayê Şingalê têne cîgirkirin.

Hefteya borî, Parlamenterê Iraqî Elî Metyûtî di daxuyaniyekê de ragihandibû, bi sedan malbatan daxwaza vegera bo cih û warên xwe yên li Şingalê pêşkêş kirine û tevî rizamendiya hikûmeta Iraqê û temambûna rêkarên ewlehiyê, ji aliyê wan grûpên çekdarî yên ku Şingal kontrol kirine, rêgirî li vegera wan malbatan hat kirin.