Koreya Bakur hejmarek mûşekên balîstîk ceribandin

Serokerkaniya Artêşa Koreya Başûr ragihandiye, vê sibê 2ê Îlona 2023an, Koreya Bakur hejmarek mûşekên balîstîk bi arasteya Deryaya Japon, ceribandine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkaniya Artêşa Koreya Başûr ragihandiye, vê sibê 2ê Îlona 2023an, Koreya Bakur hejmarek mûşekên balîstîk bi arasteya Deryaya Japon, ceribandine.

Di daxuyaniya Serokerkaniya Artêşa Koreya Başûr de hatiye diyarkirin, heta niha zanyariyên bi hûrgilî li ser hejmara mûşekan tune ne, lê belê ligel Amerîkaya hevpeymana wan, bi hûrgilî lêkolîn di şiyana wan mûşekan de dikin, ku Koreya Bakur ceribandin.

Ceribandina mûşekên balîstîn ên Koreya Bakur, berdewama rêze ceribandinên rejîma Pyongyangê, ku di nav demên dawî de dest pê kiriye, di nav wan de jî hildana heyva çêkirî yê sîxuriyê bo valahiya fezayê.