Piştî 3 mehan ji birînê, ava vexwarinê gihîşt bajarê Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 3 mehan ji birîna ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê, ava westgeha Elokê gihîşt çend taxên Hesekê.

Hevserokê Rêveberiya Ava Vexwarinê ya Hesekê Îsa Yûnis ragihand, piştî sê rojan ji navbênkariya Rêxistina UNICEF, roja Înê ava vexwarinê ji westgeha Elokê gihîşt çend taxên Hesekê.

Diyar kir jî, heta niha li gor zanyariyên ku UNICEFê dane me, li rawestgeha Elokê 16 bîrên avê û 4 pompeyên horîzontal kar dikin û di çend rojên bê de hejmara pompeyan dê bibe 6.

Di 3 rojên borî de, şandeke ji UNICEF ligel 3 otombîlên zirxî yên Rûsî derbasî westgeha Elokê ya li ser Serê Kaniyê bûn û ji nêzîk ve rewşa li westgehê şopandin, ji bo misogerkirina berdan û gihîştina avê bo Hesekê û nehîştina destdirêjiyên ku ji grûpên çekdar ve.

Westgeha alokê ya li Serê Kaniyê yek ji jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî, bi berdewmî avê li ser parêzgeha Hesekê qut dikin.

Tevî ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derbarê westgeha Elokê de di dawiya sala 2019’an de lihevkirinek hebû, ku nabe ev westgeh wek çekekî li dijî gelê herêmê were bikaranîn, lê bi berdewamî av li ser Hesekê û derdora wê dihat birîn û zêdetir ji 1.5 milyon kes li Hesekê ji avê bêpar diman, xelk jî neçar dibûn ku ava vexwarinê bi tankeran û bi nirxên giran bikirin.