Eşwaq Caf: Tiştê ku li Bexdayê li hember gelê Kurdistanê tê kirin, proseya Enfalê bi awayekî din e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf radigihîne, tiştên ku li Bexdayê li dijî gelê Kurdistanê dibin, weke operasyoneke nû ya Enfalê, lê bi awayekî din e.

Aşwaq Caf ji K24ê re got: “Tiştê ku li dijî gelê Kurdistanê diqewime, berdewamiya plan û komploya sala 2014an e, ku bêyî ti madeyeke destûrî û yasayî, pişka Kurdistanê ji bûdce û mûçeyên karmendên Kurdistanê hatine birîn. Lê ew bi wê yekê niharin qewareya Herêma Kurdistanê jinav bibin. Herwiha tiştê ku di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de bi operasyonên leşkerî nekarîn bikin, niha dixwazin bi awayekî din bikin.”

Eşwaq Caf her wiha got: “Tiştê ku li dijî Herêma Kurdistanê diqewime, şiroveyeke mezacî ye ji yasaya bûdceyê re ji aliyê Bexdayê ve û diyar e ku tiştê diqewime, qewareya Herêma Kurdistanê dike armanc.” Herwiha got: “Bexda ne ewqas bihêz e, lê nebûna yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan bo berevanîkirin ji qewareya Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê, hîşt ku ew hewl bidin her tiştê ku me bi xwîna şehîdan bi dest xistiye, têk bidin.”

Tekez kir jî: “Hikûmeta Kurdistanê hemû erkên xwe yên destûrî û yasayî bicih anîne, lê ya ku diqewime hewldanek e ji bo jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê.” Diyar kir ku "di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti pirsgirêkeke teknîkî nîne. Ya ku niha heye, tenê pirsgirêkeke siyasî ye.”

Amaje bi wê yekê jî kir, “tiştê ku niha li dijî gelê Kurdistanê diqewime, heman operasyonên Enfalê ye, lê bi awayekî din e, bi riya birçîkirina gelê Kurdistanê û binpêkirina mafên wî ye, lê ev yek nayê qebûlkirin.”

Endama Komîta Navendî ya PDKê tekes kir: “Pêwîste gelê Kurdistanê êdî nebe qurbaniya siyaseta şaş a hikûmeta Iraqê û bêdengiya civaka navdewletî.”