Kurdên Kerkûkê li dijî girtina rêya Kerkûk-Hewlêrê derketine xwepêşandanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rêya Kerkûk - Hewlêrê ji aliyê Heşdî Şeibî ve, nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin. Welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku heta çekdarên Heşdî Şeibî rê venekin, ew ê li ser xwepêşandanan berdewam bin û bang li aliyên siyasî kirin jî ku bi bilez werin ser xetê û rewşê çareser bikin.

Xortên Kerkûkê di daxuyaniyê de ragihandin: “Em komek xortên bêalî ne, ti pêwendiya me bi ti aliyekî siyasî re nîne, armanca me ew e ku em fişarê çêbikin ji bo rêya Kerkûk – Hewlêrê bê vekirin, ji ber ku girtina rê, tevgera bi sedhezaran kesî asteng biriye.”

Nûnerê xortên Kerkûkê Sehend Xefûr ji K24ê re ragihand, girtina rê pirsgirêk ji bo karê xelkê çêkiriye û çûnûhatina welatiyan asteng kiriye. Herwiha got: “Wek gava yekem, me ev helwest daye rêveberiya Kerkûkê û eger guh nedin me, emê helwestek tundtir nîşan bidin.”

Di destpêka vê mehê de, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana vegerandina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê dabû.

33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin, lê bregeha sereke ya Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê, heta niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve dagîrkirî ye.

Di 16ê Cotmeha 2017ê de, hêzeke Kurdî bi rêkeftina ligel Heşda Şeibî Kerkûk radest kir û ji wê demê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kirin û weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir. Niha piştî avakirina hikûmeta Sûdanê û lihevkirina li ser rêveberiya dewletê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.