Li Kerkûkê teqe li xwepêşanderên Kurd tê kirin.. Şehîd û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlekariyê teqe li xwepêşandarên Kurd ên Kerkûkê kirin, ku bi armanca vekirina rêya Kerkûk – Hewlêrê derketine xwepêşandanê û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ji cihê xwepêşandanê ve da zanîn, piştî ku xwepêşandarên Kurd berê xwe dan baregeha Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê ku niha bûye baregeha Fermandariya Operasyonên Kerkûkê, hêzên ewlekariyê teqe li xweşpêşanderan kirin û di encamê de kesek şehîd bûye û 3 kes jî birîndar bûne.

Li gor dîmenên ku bi awayekî zindî ji aliyê K24ê ve tên belavkirin, agirekî mezin li cihê bûyerê hatiye vêxistin û otomobîla welatiyekî jî şewitiye, lê heta niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Beşek ji xwepêşanderan ala Kurdistanê bilind kirine û daxwaza vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê û rawestandina gireva girûpên ku bûne sedema rawestandina çûnûhatinê û karê welatiyan, kirin.

Di 16ê Cotmeha 2017ê de, hêzeke Kurdî bi rêkeftina ligel Heşda Şeibî Kerkûk radest kir û ji wê demê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hemû baregehên xwe yên li wî bajarî vala kirin û weke bajarekî dagîrkirî bi nav kir. Niha piştî avakirina hikûmeta Sûdanê û lihevkirina li ser rêveberiya dewletê, PDK dixwaze vegere Kerkûkê.

Di destpêka meha borî de, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana vegerandina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê dabû.