Partiya Helbûsî daxwaza çareserkirina rewşa Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Teqedum û Hevpeymaniya Azim daxwaza çareserkirina rewşa Kerkûkê bi rizamendiya hemû aliyan dike.

Partiya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî (Serokê Parlamentoya Iraqê) derbarê rewşa Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û tê de piştevaniya xwe bo pêngavên Serokwezîrê Iraqê ji bo parastina jiyana welatiyan û nehiştina aloziyan li Kerkûkê nîşan da û dubare kir ku ji bilî bazirganên kirîzê, ti kes jê sûdê wernagire.

Partiya Teqedum tekez kir, ew pabend in bi hemû xalên pêkanîna hikûmeta Iraqê yên ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser hatine dayîn û daxwaz ji hemû aliyan kir, ku rêzê li prensîpên pêkanîna hikûmetê bigirin.

Di heman demê de, Hevpeymaniya Azim a bi serokatiya Xemîs Xencer bang li hemû aliyan kir ku bi giyanekî niştimanperwerî tevbigerin û xwe kontrol bikin, cihêrengiya Kerkûkê biparêzin û sivîlan nekin qurbaniyên nakokiyên siyasî.

Çend roj in komek Heşdî Şeibî bi piştgiriya îdareya xwesepandî ya Kerkûkê û partiyên şovenîst ên Ereb û Tirkmenan, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn û gelek astengî li pêşiya çûnûhatina welatiyan çêkirine.

Duhî şemiyê 02.09.2023an welatiyên Kurd li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya bi Hewlêrê re, xwe pêşan dan û di encamê de alîgirên Heşdî Şeibî di bin fişaran de cihê xwe vala kirin û rê hat vekirin.

Li gor jêderekî polîsa li Kerkûkê jî, di wê xwepêşandanê de 4 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûne. Bi dehan ciwanên Kurd li taxên Kurdan ên Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.