Birayê şehîdê çarem ê li Kerkûkê: Ji ber ku ala Kurdistanê hilgirtibû, gule lê reşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara şehîdan xwepêşandana duhî ya Kerkûkê derket 4 şehîdan û birayê şehîdekî jî dibêje, tenê ji ber birayê wî ala Kurdistanê hilgirtibû, gule lê rewşandin.

Derengiya şeva borî welatiyê Kurd ê bi navê Husên Sabîr (49 salî) ku Kasib bû, li bajarê Kerkûkê hat şehîdkirin.

Birayê Husên Sabir, Heşdî Şeibî bi şehîdkirina birayê xwe tohmetbar kir û ji K24ê re got: “Birayê me kasibkar bû û ti pirsgirêkên wî bi kesî re nebû, lê ji ber ku ala Kurdistanê hilgirtibû, çekdarên Heşdî Şeibî gule berdan wî û ew şehîd kirin.”

Kurdistan24 derbarê şehîdbûna wî welatiyê Kurd de, pêwendî bi rêveberiya Polîsa Kerkûkê kir, lê heta niha ti bersivek nedane.

Çend roj in komek Heşdî Şeibî bi piştgiriya îdareya xwesepandî ya Kerkûkê û partiyên şovenîst ên Ereb û Tirkmenan, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn û gelek astengî li pêşiya çûnûhatina welatiyan çêkirine.

Duhî şemiyê 02.09.2023an welatiyên Kurd li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya bi Hewlêrê re, xwe pêşan dan û di encamê de alîgirên Heşdî Şeibî di bin fişaran de cihê xwe vala kirin û rê hat vekirin.

Li gor jêderekî polîsa li Kerkûkê jî, di wê xwepêşandanê de 4 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûne. Bi dehan ciwanên Kurd li taxên Kurdan ên Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.