Festîvala Berhemên Xwemalî yên Akrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêriya rasterast a Parêzgarê Duhokê, îro danê êvarê li Akrê Festîvala Berhemên Xwemalî tê vekirin.

Serperiştyarê Festîvala Berhemên Xwemalî yên Akrê Aras Hemîd ji K24ê re ragihand: “Îro 03.09.2023an demjimêr 14:00 li cadeya Reza festîvaleke taybet bi berhemên xwemalî yên Akrê tê vekirin.”

Festîval bi çavdêriya rasterast a Parêzgarê Duhokê Elî Tatar û bi hevahengiya Rêveberiya Çandiniya Duhokê û Qeymeqametiya Akrê tê vekirin.

Li gorî berpirsê festîvalê, di festîvalê de dê berhemên wek hejîr, birinc, simaq, tehîn û berhemên spî yên Akrê bên pêşandan. Bal kişande ser wê yekê ku ev rêyek e ji bo bazarkirina berhemên xwemalî yên bajarê Akrê ye.

Qezaya Akrê ji aliyê çandiniyê ve dewlemend e û niha piraniya meywe û zebzeyên li herêmê gihîştine.