Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Biryara îro ya Dadgeha Federalî pêkenok e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya ragirtina biryara Serokwezîrê Iraqê ya radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê pêkenok e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Îlona 2023an di peyama xwe ya li ser Twitterê de got: “Biryara îro ya Dadgeha Federalî pêkenok e.”

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro derbarê radestkirina navenda Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê PDKê rawestand û got jî: “Biryara Serokwezîrê Îraqê ya valakirina baregehê û radestkirina wê bo PDKê dê heta yekalîkirina wê dosyayê bê rawestandin.”

33 baregehên PDKê li Kerkûkê hene û piranîya wan hatine valakirin, lê bregeha sereke ya Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê, heta niha ji aliyê Fermandariya Operasyonên Kerkûkê ve dagîrkirî ye.

Ev yek di demekê de ye, roja 25ê Îlonê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku baregehê vala bike û radestî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bike.

Ev biryara Dadgeha Federalî rojek piştî xwepêşandanên welatiyên Kurd li Kerkûkê tê, ku di encamê de 4 welatiyên hatin şehîdkirin û 15 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha zêdetir ji 40 kesî hatin girtin.