Hunermend Ebdulqadir Silêman koça dawiyê kir

Ebdulqadir Silêman
Ebdulqadir Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulqadir Silêman îro di 62 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawiyê kir.

Hunermend û mûzikjen Ebdulqadir Silêman ku ji 6 salan ve nexweş ketiye îro li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawiyê kir.

Ebdulqadir Silêman sala 1961ê li Qamişlo jidayik bûye û ji sala 2013an ve li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê dimîne.

Hunermend û mûzikjen Ebdulqadir Silêman ji biçûkiya xwe ve dest bi karê muzîkê kir û çend caran jî ji ber gotina stranên netewî ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû girtin.