Li Kerkûkê xwepêşandana welatiyên Kurd dest pê kir

Ji bo şermezarkirina şehîdkirina çar welatiyên Kurd di xwepêşandanên 2ê Îlonê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve, xwepêşandana ciwanên Kurd li Kerkûkê dest pê kir.

Kerkûk (K24) – Ji bo şermezarkirina şehîdkirina çar welatiyên Kurd di xwepêşandanên 2ê Îlonê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve, xwepêşandana ciwanên Kurd li Kerkûkê dest pê kir.

Îro Duşemê 4ê Îlona 2023an, hejmareke mezin ji welatiyên Kurd ên li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê xwepêşandan li dar dixin ji bo şermezarkirina şehîdbûna çar welatiyên Kurd li bajarê Kerkûkê û desteserkirina zêdetirî 40 kesan bi tometa beşdarbûna di xwepêşandanan de.

Xwepêşanderên Kerkûkê daxwaza asayîkirina rewşa bajêr û bidawîanîna serbazgehkirina bajarê xwe dikin, ku çend roj in hêzên Iraqê bi çekên giran û amûrên serbazî, li taxên Kurdan belav bûne.

Beşek ji xwepêşanderan ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re axivîn û tekezî li ser wê yekê dikin ku nabe xwîna şehîd û birîndarên xwepêşandana du roj berê li erdê bimîne, herwiha daxwaz kirin ku êdî rêgirî li bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê kirin.

Piştî ku alîgirên Heşda Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Piştî xwepêşandana welatiyên Kurd ên li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, kesên ku ji bo girtina rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û rê di bin zextên xwepêşanderên Kurd ên li Kerkûkê de hate vekirin.

Di xwepêşandana Kerkûkê de jî, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, roja 2ê Îlonê, 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan genc hatin binçavkirin. Tevî rakirina qedexeya çûnûhatinê, hejmareke mezin ya hêzên ewlekariyê li taxên Kurdan bicîh bûne.

Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.