Wezîrên derve yên Tirkiye û Yûnanîstanê li Enqerê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Yiorgos Irapetritis îro Sêşemê serdana Tirkiyê dike û bi hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re dicive.

Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Yorgos Yerapetritis îro 5ê Îlona 2023an serdana Enqereyê dike û dê digel hevpostê xwe yê Tirk Hakan Fîdan bicive.

Ev serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Enqereyê û Atînayê wekî gaveka bingehîn tê dîtin.

Li gor nûçeyên medyaya Yûnanîstanê, ev serdan çareserkirina pirsgirêkan, dê bibe destpêka danûstandinên dûr û dirêj ên Tirkiyeyê û Yûnanîstanê.

Erapetritis da zanîn ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di çarçoveya lûtkeya NATO'yê ya li Lîtvanyayê de hevdîtineke erênî pêk anîbûn.

Herwiha amadekarî tê kirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis di 18ê Îlonê de li New Yorkê hev bibînin.

Gelek ji giravên Yûnanê yên li deryaya Egeyê û rojhilatê deryaya Spî nêzîkî peravên Tirkiyê ne, ji ber vê yekê pirsgirêkên sînora deryayî tevlihev in, her du welat di dema borî de li ser sînorê şer bûn.

Ji bilî pirsgirêkên avê û sînorên deryayî, herêmên aborî yên taybet hene, wek yên ku di navbera Tirkiye û Lîbyayê de li ser lihevkirine, herwiha peymanên ku di navbera Qibris, Lubnan, Misir û Îsraîlê de hatine îmzekirin, hene. Ev herêm dikarin heta 200 mîlometre sînorê deryayî dirêj bikin.