Qamişlo.. Rewşa aborî bandor li amadekariyên sala nû ya xwendinê kiriye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa aborî û kêmbûna karînên malbatan, amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê kêm in. Li gorî firoşkaran, rêjeya kirîna pêdiviyên xwendekaran li gorî sala derbasbûyî %50 kêm bûye.

Sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike, lê ji ber kirîza aborî û kêmbûna karînan, amadekariyên malbatan ne wek her sal in. Li gorî firoşkaran, tevgera kirînê li beramberî salên par kêm bûye.

Firoşkar Ebdulrehîm Ehmed dibêje: “Îsal li gorî par, ne nîvî ye jî. Tevgera kirînê kêm e, gelek kes tên, dema li nirxê defter, pênûs û çenteyan dipirsin, lê nikarin bikirin. Bandora daketina lîreya Sûrî li hember dolar, gelekî bandor li nirxên kelûpelan kiriye. Ji bo kirîna pêdiviyên her xwendekarekî asta seretayî re, nêzîkî 300 hezar pêwîst dike, ev jî ji bo malbatan nirxekî giran e.”

Welatî Hesen Reşkî dibêje: “Li gorî sala par, kirîna pêwîstiyên dibistanê yên her zarokekî du qatan zêde bûye. Her dolar sala borî dora 6 hezaran bû, lê îsal bûye 13 - 14.”

Daketina nirxê lîreya Sûrî li hember doral û kirîza aborî bûne sedem ku hejmarek mezin ji zarokan ji xwendinê dûr bikevin û kar bikin, ji bo alîkariya malbatên xwe bikin ku li gorî amarên Netewên Yekgirtî %90 ji xelkê Sûriyê hejar in.