Yekemîn Festîvala Qereçan li Duhokê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn Festîvala Qereçan di dawiya meha Cotmeha bê de li Duhokê tê lidarxistin. Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Duhokê jî radigihîne: “Armanca festîvalê, guhertina nêrîna xelkê li hember Qereçan û bilindkirina asta rewşenbîriyê di nava wê pêkhateyekê de ye.”

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Duhokê Hesen Fetah ji K24ê re ragihand: “Em xwe ji bo yekemîn Festîvala Qereçan li Duhokê amade dikin, ku biryar e di dawiya Cotmeha bê de were lidarxistin.”

Hesen Fetah got jî: “Civaka Kurd ji mêj ve nêrîneke wê ya şaş li ser Qereçan heye û bi çavekî biçûk li wan dinêrin. Em dixwazin bi vê festîvalê helwesta xwe biguherînin, ji ber ku Qereç weke pêkhateyeke civaka Kurd ji mêj ve li ser xaka Kurdistanê dijî.”

Bi gotina Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Duhokê, armanceke din a festîvalê, bilindkirina asta çand û rewşenbîriyê di nava pêkhateya Qereçan de e û got: “Em bi vê festîvalê hewl didin ku diyardeyên xerab ên di nav Qereçan de ji holê rakin û civaka wan ber bi perwerde, çand û rewşenbîriyê ve bibin.”

Da zanîn jî: “Hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr, pispor û mamostayên zanîngeh û peymangehan û şarezayên di warê dîrok û çandê de, dê ji bo festîvalê werin vexwendin û di panelekê de behsa dîrok, çand û reseniya Qereçan bikin.”

Bal kişande ser wê yekê, “Qereçiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê dê ji bo festîvalê werin vexwendin, ji ber ku civaka Qereçan ji gelek eşîran pêk tê û em dixwazin hemûyan vexwînin vê festîvalê.”

Li gorî Hesen Fetah, dê pêşangehek were vekirin ku tê de berhemên karên destan ên pêkhateya Qereçan bêne pêşandan û gelek karsaz, hunermend, rewşenbîr û kesayetên cuda beşdar bibin.