Bi wêne.. Xwepêşandana îro ya li Duhokê li dijî biryarên hikûmeta Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hezaran welatiyên Duhokê îro sêşemî 5ê Îlona 2023an, li dijî biryarên hikûmeta niha ya Iraqê û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ku di yasaya bûdceya giştî ya sala 2023 û 2024an de hatiye diyarkirin, xwepêşandan kirin.

Xwepêşandan li dijî biryar û siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hember Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, li Parka Newrozê bi beşdariya çîn û pêkhateyên cuda yên bajarê Duhokê hate kirin.

Xwepêşanderan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku pabendî destûr û yasaya bûdceya federal bibe û rêkeftinên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bike.

Mela Enes Doskî ku yek ji organîzatorên xwepêşandana Duhokê ji K24ê re ragihand, armanca wê xwepêşandanê, gihandina peyamekê bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî ye ku fişarê li hikûmeta Iraqê bikin, da ku siyaseta xwe li hember Herêma Kurdistanê biguhlêre.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Di encama bersivdayîna hêzên asayîşa Kerkûkê de, ku di wan 5 rojan de alîgiriya Heşda Şeibî diparastin, bi guleyan destêwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Derbarê siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirinê li dijî gelê Herêma Kurdistanê dimeşîne.

Got jî: Hikûmeta Iraqê biryar daye ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê hemberê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra dabeşkirina mûçeyan nake.