Xwepêşandana Revenda Kurd li Londonê ji bo piştevaniya Kerkûkê

Revenda Kurd li Londonê ji bo piştevaniya xelkê Kerkûkê û şermezarkirina şehîdbûna welatiyên Kurd ên li wî bajarî, xwepêşandeke nerazîbûnê encam didin

London (K24) – Revenda Kurd li Londonê ji bo piştevaniya xelkê Kerkûkê û şermezarkirina şehîdbûna welatiyên Kurd ên li wî bajarî, xwepêşandeke nerazîbûnê encam didin, ku di nav xwepêşandanê de ji bilî Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê, kesên din jî beşdar in.

Îro Sêşemê 5ê Îlona 2023an, Revenda Kurd li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Londona paytexta Brîtanyayê ji bo piştevaniya xelkê Kerkûkê û şermezarkirina şehîdbûna welatiyên Kurd ên li wî bajarî, xwepêşandaneke nerazîbûnê  encam didin, ku di nav xwepêşandanê de ji bilî Kurdan, kesên din jî beşdar in û piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin.

Xwepêşanderên Revenda Kurd, helwesta hikûmeta Iraqê ya li hember neşandina mafên Herêma Kurdistanê yên di budceya federalî de şermezar kirin, herwiha xwestin nivîsek bigihînin berpirsên Balyozxaneya Iraqê ya li Londonê ku naveroka wê li ser rewşa Kurdên li Kerkûkê û helwesta Iraqê li hember mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Rêkxerên xwepêşandanê ji Kurdistan24ê re diyar kirin, tiştê li Kerkûkê rûdide, berdewama proseyên jenosîdkirina Kurdan a di serdemên cuda cuda yên Iraqê de ye, herwiha tekez kirin ku dixwazin di xwepêşandaneke sivîl de peyama nerazîbûnê bigihînin berpirsên Balyozxaneya Iraqê ya li Londonê.

Xwepêşanderan daxwaz kirin ku Heşda Şeibî li Kerkûkê nemîne û dawî li serbazgehkirina bajêr were anîn û Madeya 140 a Destûra Iraqê were cîbicîkirin.

Êvara roja Şemiyê 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.