Wezareta Derve ya Amerîkayê tundûtûjiyên li Kerkûkê şermezar dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya aloziyên van demên dawî yên bajarê Kerkûkê dikin û daxwaza aktîvkirina Madeya 140 û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê dikin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya aloziyên van demên dawî yên bajarê Kerkûkê dikin û daxwaza aktîvkirina Madeya 140 û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê dikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di konferanseke rojnamevanî de li ser rewşa Kerkûkê helwesta welatê xwe eşkere kir û ragihand: “Em tundûtûjiyên van demên dawî yên li Kerkûkê şermezar dikin û sersaxiyê li malbatên qurbaniyên xwepêşandanên bajarê Kerkûkê dikin.”

Vedant Patel ji aliyan daxwaz kir ku kêşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin û ji bo çareserkirina bingehîn a kêşeyên Kerkûkê, cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê were aktîvkirin.

Êvara roja Şemiyê 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.