Li Diyarbekirê ciwanekî parçeyeke meteorê dît

Di şeva 2yê Îlonê de li seranserê asîmanên hin bajarên Bakurê Kurdistanê ronahiya meteorekê hat dîtin. Vê yekê di nava xelkê de kelecanek peyda kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di şeva 2yê Îlonê de li seranserê asîmanên hin bajarên Bakurê Kurdistanê ronahiya meteorekê hat dîtin. Vê yekê di nava xelkê de kelecanek peyda kir. Parçeyeke ji meteorê kete gundekî navçeya Erxanî ya Diyarbekirê û ji aliyê gêncekê lal ve hat dîtin. Ew gênc û malbata xwe dixwazin wî parçeyê bifiroşin û pê pêdiviyên xwe yên tenduristî û aborî dabîn bikin.

Li gundê Qoça Keran yê ser bi Erxenî ya Diyarbekirê ku ji 24 malan pêk tê, di şeva 2yê Îlonê de parçeyeke ji meteorê kete zeviyeke nêzîkî vî gundî jî. Bi vê bûyerê gund kete rojevê. Şêniyê gund Ûmêd Can Gumûş gêncekî 16 salî ye û ligel malbata xwe li vî gundî dijî. Ew lal e bi rihetî nikare biaxive. Dema ku parçeyê meteorê nêzîkî gundê wan dikeve ew diçe û sê demjimêran lêdigere û dibîne. 

Ûmêd Can Gumuş ji K24ê re diyar kir: “Piştî ku kevir kete xwarê ez çûm lêgeriyam û min dît. Lê gerim bû min bi keviran cihê wî destnîşan kir û veşart. Dûv re ez çûm min anî. Ez dixwazim vî meteorî bifiroşim û kompaniyeke vekim û ji xwe re trêmbêlekê bistînim.”

Giraniya parçeyê meteorê derdora nîv kilogram e. Şêniyên gûnd dibêjin wan heta niha kevireke wekî vî li derdora gundî nedîtine. Malbata Ûmîd dixwazin ku ji aliyê pisporan ve li ser parçeya meteorî lêkolîn bê kirin û heger nirxeke wî hebe ew bikaribin bifiroşin û pê pêdiviyên xwe yên tenduristî û aborî dabîn bikin.

Xenîma Gumuş ku dayîka Ûmêd Can Gumuş e, diyar kir: “Me dît ku ronahiyeke mezin li asîmanan veda. Me got qey brûsk e. Birayê min got ne brûsk e got têlên elektrîkê li hev dikevin. Ûmîd got ez diçim cihê ku kevir lêketî. Me gotê lawo neçe, şev e tiştek neyê serê te. Ûmîd çû û hat got mine w kevir dît. Ûmîd serê sibê çû kevir anî. Ûmîd gêncekî bêdeng e, li derdora wî gelek hevalên wî tûne ne. Ji ber ku lal bû hevalên wî li dibistanê henekên xwe pê dikirin û wî jî dest ji dibsitanê berda. Em dixwazin çareseriyeke xêrê jê re hebe.”

Zulkîf Gumuş jî dibêje: “Em jî matmayî ne. Em dixwazin profesorek were û li ser lêkolînekê bike û nirxê wî diyar bike. Em jî dixwazin sûdekê jê bigrin. Em gelekê hewl didin ku zimanê wî sererast bibe. Em dixwazin pisporek bê û li ser vî kevirî lêkolînê bike da ku keyfa me xweş bibe.”

Ûmîdê 16 salî dixwaze ev kevirê ku ji asîmanan ketî ji wî re jî bibe ûmîdek. Ew dixwaze kesekî pispor li ser lêkolînekê bike û bikare bifiroşe da ku ew jî bikaribe bi wî pereyi hem mala xwe xweş bike hem jî jiyana xwe hinekê bigûherîne.