Desthilatên Tirkiyê 360 penaberên Sûrî dersînor dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Tirkiyê di rêya deriyê sînorî yê Girê Sipî û Bab El-Hewa re, zêdetirî 360 penaberên Sûrî ber bi deverên di bin kontrola grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi wan ve dersînor kirin.

Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê duhî Sêşemê 5ê Îlonê, zêdetirî 120 penaberên Sûrî di riya deriyê Girê Sipî re û 240 penaber di riya deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî Polîsa Leşkerî kirin.

Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî çalakvanan, proseya dersînorkirinê, piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên tê kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Li gorî zanyariyan, tenê di 5 rojên destpêkê yên meha Îlonê de, desthilatên Tirkiyê zêdetir ji 1900 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.

Vegerandina penaberên Sûrî bo navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê de, piştî wê yekê tê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêştir ragihandibû, ew ê zêdetir ji milyonek penaberên Sûrî bo navçeyên ku di bin kontrola arteşa Tirkiyê de ne vegerînin.

Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, di çarçoveya proseya bicihkirina penaberên dersînorkirî û plana guhartina demografiya Efrînê de, Tirkiye hejmarek komelgehên niştecîbûnê li Efrînê ava dike.