Îsraîlê balyozxaneya xwe li Behreynê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê piştî sê salan ji asayîkirina pêwendiyên xwe ligel Behreynê, balyozxaneya xwe li wî welatî vekir.

Di merasîmeke taybet de, berpirsên pilebilind ên Îsraîlê pêr duşemê balyozxaneya xwe li Behreynê vekirin, piştî sê salan ji asayîkirina peywendîyên ligel wî welatî.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen û şandeke karsaz û berpirsên hikûmetê beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bûn.

Eli Cohen derbarê vekirina nûnertiya welatê xwe li Behreyênê de got: “Em bi Wezîrê Derve yê Behrêynê re hevnêrîn in ku pêwîst e em bi hev re kar bikin ji bo berfirehkirina qebareya bazirganiyê û zêdekirina hejmara geştên rasterast û veberhênana di navbera her du welatan de.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Behrêynê Ebdulletîf El-Zeyanî got: “Vekirina Balyozxaneya Israîlê, nîşana pabendbûna me ya hevbeş bi ewlehî û xweşguzarê hemû gelên li herêma me ye.”

Asayîkirina pêwendiyan di navbera Behreyn û Îsraîlê de, di sala 2020an di çarçoveya beşek ji rêze rêkeftinên ku bi rêkeftina Îbrahîmî tê naskirin bû, ku tê de rêkeftin ligel Îmarat, Mexrib û Sûdanê hatibûn îmzekirin.