Birîndarekî xwepêşandana Kerkûkê ji ber giraniya birînên wî bo Hewlêrê hat veguhastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîndarekî xwepêşandanên bajarê Kerkûkê ji ber giraniya birînên wî, şeva borî li ser fermana Serok Barzanî bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hat veguhastin.

Birîndarê bi navê Mihemed Ednan yê 31 salî, şeva borî bi fermana Serok Barzanî yek ji bo Nexweşxaneya Firyadê ya Rojavayê Hewlêrê hat veguhestin.

Bavê Mihemed ji K24ê re ragihand, Mihemed niha di bin çavdêriya hûr ya bijîşkî de ye, eger rewşa wî ya tendirustiya baştir nebe, biryar hat dayîn ku li ser fermana Serok Barzanî ji bo dermankirinê bo derve were şandin.

Îro jî Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî serdana Mihemed Ednan kir û rewşa wî ji nêzîk ve şopand.

Roja şemiyê 02.09.2023, hejmarek ji ciwanên Kurd ên Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê beşek ji Ereb û Tirkmenên Kerkûkê ve, xwe pêşan dan. Hêzên ewlehiyê jî bi guleyan destêwerdana xwepêşandanê kirin û 4 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.