Bi fermana Mesrûr Barzanî rêveberiyeke nû li Îdareya Raperînê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêveberiyeke nû ya Îdareya Raperînê tê vekirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 6ê Îlona 2023an belav kir, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Rêyên ya ser bi Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê tê vekirin.

Da zanîn jî, vekirina vê rêveberiya nû, bi mebesta serperiştîkirin û çavdêrîkirina projeyên rê, avedankirin, niştecihkirin û gihandina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û bihêzkirin û piştevanîkirina îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê ye.

Destnîşan kir jî, Rêveberiya Giştî ya Rê, dê ser bi Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be.