SOHR: 3 zarok di êrîşeke artêşa Tirkiyê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Topxaneyên artêşa Tirkiyê gundekî rojavayê Minbicê kir armanc û di encamê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, duhî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Tehne yê dikeve rojavayê Minbicê de, 3 zarok ji malbatekê bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Berkal a li bajarê Minbicê hatin veguhastin.

Di van çend dawîn de, li gelek eniyên rojhilat û rojavayê Minbicê yên di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê de, şer û pevçûn derdikevin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, duhî danê sibê grûpên çekdar êrîşî gundê El-Bugaz li rojavayê Minbicê kir û piştî pevçûnên dijwar, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ew êrîşî şikand.

Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê du otombîlên komên êrîşkar armanc kirin û di encama teqandina wan de, 8 çekdar hatin kuştin, 13 çekdar birîndar bûn û 3 birîndar wek dîl hatin girtin.

Herwiha hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundê Ereb Hesen ê li rojhilatê Minbicê droneke artêşa Tirkiyê xist xwarê.