Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê: Sûdanî dê serdana Kerkûkê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê aşkere dike, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê di demeke nêzîk de serdana Kerkûkê bike.

Serkirdeyê di Çarçoveya Hevahengiyê de Cebar Awda ragihand, Sûdanî dê di demeke nêz de serdana Kerkûkê bike û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina pirsgirêkên li bajêr rabigihîne.

Awda got jî, Sûdanî ji bo rawestandina aloziyên di van rojên dawî de, bi fermandarên ewlehiyê û aliyên hikûmî yên Kerkûkê li ser xeta bû, ji ber wê jî tê çaverêkirin di demeke nêzîk de serdana wî bajarî bike û ligel aliyên siyasî bicive û çend biryarên girîng derbarê pirsa Kerkûkê de bide û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina qeyranê rabigihîne.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Hêzên ewlehiyê jî bi guleyan destêwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.