Parêzgarê Duhokê: Beşek ji daxwazên xelkê Amêdiyê hatin cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê ragehand, piştî serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo devera Badînanê, hin daxwazên xelkê Amêdiyê yekser hatin cîbicîkirin. Herwiha ji bo 126 malbatên ku ji ber siyasetên PKK’ê koçber bûne, erd û hinek pere jî hatin dayîn.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ji K24ê re ragihand, piştî serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo devera Badînanê, hin daxwazên xelkê Amêdiyê yekser hatin cîbicîkirin. Daxwaza serekî ya xelkê Amêdiyê çêkirina garajê (parkxane) bû, piştî 48 demjimêran ji radestkirina daxwazê, me biryar da ku garajê ava bikin û îro jî em kevirê bingehîn ji bo çêkirina garajeke pir qatî û otêlekê datînin.

Elî Teter da zanîn, wan erd û hinek pere pêşkêşî 126 malbatên ku ji ber siyaseta PKKê koçber bûne, kirine.

Parêzgarê Duhokê amaje bi wê yekê kir, hijmareka mezin ji projeyên giring li parêzgeha Duhokê ji ber hebûna çekdarên PKKê, nehatine temamkirin.

Parêzgarê Duhokê got jî, wan îro li Şêladzê nexweşxaneyek 40 nivînî vekirin, ku alavên bijîşkî yên pêşketî jê re hatine dabînkirin û pisporên gelek baş lê hene û dê bi sîstemeke pêşketî kar bike.

Elî Teter destnîşan kir jî: “Gelek projeyên me yên xizmetguzariyê hebûn, lê ji ber siyaseta PKK’ê me nekarî wan bi cih bînin.”